Biden: "Em ê li dijî civakên welatê xwe êrîsan qebûl nekin"
PeyamaKurd – Têkildarî êrîşa li New Orleansê jî Serokê DYAyê Joe Biden got, "Em ê li hemberî civakên welatê xwe êrîşan qebûl nekin."
Biden derbarê êrîşa li New Orleans a eyaleta Louisiana ya DYAyê de daxuyaniyeke nivîskî da.
Biden, diyar kir ku ji saetên serê sibê ve ew der barê bûyerê de hatine agahdarkirin, Biden bi bîr xist ku Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) bûyerê wekî êrîşeke terorî lêkolîn dike.
Biden spasiya efserên hiqûqê yên herêmî kir ku pêşî li mirin û birîndaran girtin û diyar kir ku ew ê di tevahiya rojê de li ser mijarê agahî werbigirin.
Biden sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û got, “Tu hinceta tundiyê nîne.” Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em ê tehemûla êrîşan li ser civakên welatê xwe nekin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin