Biden biryarnameya ku li dijî penaberan tedbîran tundtir dike imze kir
PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden biryarnameyek ku li dijî koçberên deryasayî yên ku di ser sînorê Meksîkayê re derbazî DYAyê dibin bergiriyan tundtir dike îmze kir.
Di biryarnameya ku şeva çûyî kete meriyetê de tê diyarkirin ku ger hejmara koçberên ku bi awayekî deryasayî sînor derbaz bikin, bêyî ku destûr bê dayîn serlêdana penaberiyê bikin wê rasterast bêne dersînorkirin.
Di daxuyaniya xwe ya duh a li Washingtonê da Serok Joe Biden, ji ber ku Komarparêzên Kongreyê ev pilan red kirin diyar kiribû ku wan ji bo ewlehiya sînoran dabîn bikin vê gavê avêtine.
Wê sirgûnkirin hêsantir bibe
Di biryarnameya nû de tê xwestin ku di nav hefteyekê de hejmara koçberên ku bi qaçaxî, bi ser sînorê Meksîkayê ve derbazî DYAyê bibin ji 2 hezar û 500 kesan zêdetir bibe wê ev biryarname bê bi cihanîn, lê ger ev hejmar dakeve binê hezar û 500î, wê tedbîrên ku hatine standin bêne astengkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin