Biden bi Netanyahû û Ebas re axivî û li dijî Hemasê pistgirî da rêveberiyên Filîstîn û Îsraîlê
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, li gel Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû û Serokê Filîstînê Mehmud Ebas pêwendiyên telefonî pêk anî.
Koşka Spî ragihand ku Biden di pêwendiyên ligel Netanyahû û Ebas de, êrîşa Hemasê bi tundî şermezar kiriye û gotiye, Hemas nûnertiya gelê Filîstînê yê dixwaze çarenivîsa xwe diyar bike, nake.
Mehmûd Ebas li ser alîkariyên lezgîn ên mirovî bi taybet bo Xezeyê, Biden agahdar kiriye û Biden jî piştgiriya xwe ya tam bo rêveberiya Filîstînê nîşan daye.
Biden di pêwendiyên herdu serokan de diyar kiriye ku ew hewl didin bi rêya Neteweyên Yekbûyî bi ser Misir û Urdinê de xebatên gihandina alîkariyên mirovî bimeşînin.
Herwiha Biden ji Netanyahû re jî piştgiriya bihêz a Amerîkayê bo Îsraîlê dubare kiriye û daxwaz kiriye, hemû welat Hemasê wekî rêxistineke terorê şermezar bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin