Biden bi Netanyahû û Sîsî re axivî û kêfxwesiya xwe bo lihevkirina ser pevguhertina dîlan anî ziman

23 November 2023 19:22 0 dîtin
Biden bi Netanyahû û Sîsî re axivî û kêfxwesiya xwe bo lihevkirina ser pevguhertina dîlan anî ziman

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu û Serokê Misirê Abdulfettah es-Sîsî pêwendiyeke telefonî pêk anî.

Koşka Spî ya Amerîkayê ragihand ku di pêwendiya telefonî ya ligel Netanyahû de, Biden kêfxweşiya xwe bo lihevkirina li ser pevguhertina dîlan di navbera Îsraîl û Hemasê de anî ziman.

Biden bal kişandiye ser gihandina alîkariyên mirovî bo Xezeyê û girîngiya arambûna Xeta Şerîayê bibîr xistiye.

Di pêwendiya ligel Sîsî de jî Biden,spasiya rola Misirê di lihevkirina li ser pevguhertina dîlan de kiriye û dubare aniye ziman ku Amerîka ti carî destûrê nadek Filîstînî bi darê zorê ji Xeze û Şerîaya Rojava bên derxistin.