Serokê Amerîkayê Biden û Sîsî bi telefonê axivîn

15 January 2025 09:58 0 dîtin
Serokê Amerîkayê Biden û Sîsî bi telefonê axivîn

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê Misirê Ebdulfetah el-Sîsî hewldanên berdewam ên ji bo lihevkirina agirbestê li Şerîda Xezzeyê nirxandin.

Serokê Misrê Ebdulfetah el-Sîsî û Joe Biden îro Sêşemê 14ê Çileya 2025ê bi telefonê axivîn.

Di pêwendiya xwe ya têlefonê de, Sîsî û Biden li ser berdewamiya "hewldanên navbeynkariyê yên tund" ên derbarê agirbesta li Şerîda Xezzeyê de gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Misrê, Sîsî tekez kir ku divê hem Îsraîl û hem jî Hamas ji bo lihevkirinê nermbûna pêwîst nîşan bidin.