Serokê Amerîkayê Biden hewla kustina serokwezîrê Slovakyayê sermezar kir

15 May 2024 20:45 0 dîtin
Serokê Amerîkayê Biden hewla kustina serokwezîrê Slovakyayê sermezar kir

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden bi sedema êrîşa hewla kuştina serokwezîrê Slovakyayê Robert Fico şermezar kir û peyama destekê da. Biden, ji bo Fico şîfayê xwest û got ku jê re di’a dike û bi xelkê Slovakya re ye. Biden peyama xwe bi nivîskî ragihand. Biden di dewama peyama xwe de got:

“Jill û ez ji bo serokwezîr Fico şîfayê bibîne di’a dikin, dilê me bi malbata Fico û xelkê Slobakyayê re ye. Em vê kiryara şiddetê şermezar dikin.”

Biden, her weha got ku balyozxana Amerîkayê ya li Slovakyayê bi ciyên pêwendîdar re di nav têkiliyan de ye û eger pêwist be amade ye ku destekê bide wî welatî.

Serokwezîrê Slovakyayê Robert Fico, li Slovakya li bajarê Handlovayê piştî ji civîna encumena wezîran derket, kesekî bi çekê êrîşê wî kir û di encamê de bi birîndariyekî giran wî birin nexweşxanê.