Biden li ser agirbesta Xezzeyê bi Sîsî û Mîrê Qeterê re axivî
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê DYAyê Joe Biden bi Serokomarê Misrê Abdulfetah Sîsî û Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî re bi têlefonê cuda axivî û agirbesta li Xezzeyê nirxand.
Serokê Amerîkayê Joe Biden bi telefonê cuda bi Serokomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî û Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî re axivî. Di hevdîtinan de agirbesta li Şerîda Xezzeyê hat gotûbêjkirin.
Di dema ku êrîşên Îsraîlê yên li ser zîvala Xezzeyê ev 305 roj in berdewam dikin, Serokê Amerîkayê Joe Biden bi Serokomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî û Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî cuda cuda bi telefonê axivî.
Di daxuyaniyên nivîskî yên Qesra Spî de hat diyarkirin ku di axaftinan de xebatên ji bo kêmkirina rageşiya herêmê, agirbesta awarte ya li Şerîda Xezzeyê û serbestberdana girtiyan hatiye axaftin.
Di daxuyanîya ku hat dayîn de Bîden ji ber navbeynkarîya Al Sanî û Sîsî ya di muzakereyên ji bo peymana agirbestê de spasîya xwe kir, hat diyarkirin ku lîderan li ser lezgînîya dawîkirina pêvajoya peymana agirbestê di zûtirîn dem de li hev kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin