Biden: Agirbesta Xezzeyê hîn jî pêkan e
PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden, di demeke ku Wezîrê Derve yê DYA Antony Blinken li Îsraîlê, ji bo danûstandinên agirbestê ji nû ve destpê bikin di nav hewldanan de ye got: “Tevî ku serokwezîrê Israîlî Benjamin Netanyahu û Hamas hev bi sabotekirina hewldanên ji bo gihîştina lihevkirinê tawanbar dikin jî, li Xezzeyê agirbestek hîn jî pêkan e.”
Serokê DYAyê Biden, piştî ku dawiya hefteya xwe li havîngeha Camp David derbaz kir ji rojnamevanan re axivî.
Joe Biden destnîşan kir ku hewldanên Blinken ên ji bo ji nû ve destpêkirina danûstandinan didomin û got: “Em hîn jî di nav hewldanan de ne. Em dev jê bernadin û lihevkirin hîn jî pêkan e."
Biden, serdana Wezîrê Derve yê DYAyê Antony Blinken a Îsraîlê bi bîr xist û anî ziman ku ew li bendê ne ku agahiyên xweş ji Blinken bên.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin