Biden bi Sîsî re agirbesta li Xezzeyê û ragesiya leskerî li Refahê gotûbêj kir

30 April 2024 10:37 0 dîtin
Biden bi Sîsî re agirbesta li Xezzeyê û ragesiya leskerî li Refahê gotûbêj kir

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden doh bi rêya telefonê bi Serokomarê Misrê Ebdulfetah El Sîsî re axivî û dawî pêşhatên danûstandinên agirbesta li Xezzeyê û metirsiyên zêdekirina rageşiya leşkerî li Refahê gotûbêj kirin.

Di daxuyaniya Serokomariya Misirê de hat destnîşankirin ku di berdêla girtiyên Filistînî yên di girtîgehên Îsraîlê de serbestberdana rehîneyên Îsraîlî ku yek ji mijarên sereke ye ku di peymana agirbesta berfireh a di navbera Hamas û Îsraîlê de li ser nayê lihevkirin, di pêwendiya telefonî de jî gotûbêjkirin. Li gorî daxuyaniya Qesra Spî, Biden bang li Sîsî û Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî ku bi wan re jî hevdîtin pêk anî, kir ku ji bo serbestberdana dîlên di destê Hamasê de hemû hewl bidin. Biden got, "Niha, ev yekane asteng e li ber agirbesta lezgîn û alîkariyê ji bo gelê Xezzeyê."

Heyeta Hamasê ji bo nirxandina bersiva Îsraîlê ya li ser peymana agirbestê li Qahîreyê ye.