Pêsniyara agirbesta Xezzeyê ya balkês ji Sîsî hat

28 October 2024 00:00 0 dîtin
Pêsniyara agirbesta Xezzeyê ya balkês ji Sîsî hat

PeyamaKurd – Serokomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî diyar kir ku wî pêşniyara agirbesta 2 rojî ya li Şerîda Xezzeyê kiriye û pêşniyara pevguhertina girtiyên Îsraîlî bi hin girtiyên Filistînî re kiriye.

Li Dohaya paytexta Qeterê, Îsraîl, DYA, Misir û Qeter ji bo ji nû ve destpêkirina muzakereyên li ser agirbesta li Şerîda Xezzeyê hatin cem hev.

Di dewama civînê de Serokkomarê Misirê Abdulfettah El Sîsî bi Serokkomarê Cezayîrê Abdulmecîd Tebbûn re li paytexta Misir Qahîreyê civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist û pêşniyara agirbesta 2 rojan a li Şerîda Xezzeyê kir. Sîsî diyar kir ku di agirbesta 2 rojan de teklîfa guhertina 4 girtiyên Îsraîlî bi hin girtiyên Filistînî re kiriye.

Sîsî da zanîn ku ji bo agirbesteke mayînde, piştî pêkanîna agirbesta demkî divê di nava 10 rojan de muzakere ji nû ve destpê bikin.

Hat îdiakirin ku di civîna li Dohayê de wê agirbesta demkurt û pevguhertina girtiyan were axaftin.