DYA: Divê pêsnûmaya KENYyê ya agirbesta Xezzeyê bê pêkanîn
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Matthew Miller di daxuyaniya çapemeniyê ya rojane de rewşa dawî ya li Xezzeyê û mijara pêşnûma biryara Xezzeyê ya ku ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ve hatibû pesendkirin nirxand.
Miller diyar kir ku pêşnûmaya agirbestê ya Xezzeyê ku ji aliyê KENYyê ve hatibû pesendkirin xwedî girêdana hukmî nîne divê bê azmûnkirin.
Berdevkê Wezaretê diyar kir ku ji ber wek rêveberiya DYAyê ew piştgirî didinê, wan pêşnûmaya agirbestê, serbestberdana dîlên Îsraîlî û alîkariyên mirovî yên ji bo Gazzeyê veto nekirine.
Piştî ku got pêşnûma ti berpirsiyariyê li ser Îsraîlê nasepîne, li ser pirsa; "Pêşnûmayên din ên KENYyê berpirsyariyan li ser muxataban disepîne, gelo çima ev pêşnûma nasepîne?" Miller got: "Pêşnûmeyên din ên KENYyê, ji aliyê teknîkî û yasayî ve berpirsiyarî û cezayan destnîşan dikin. Wek mînak; hin biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) cezayên mîsoger û berpirsiyariyên rasteqîn li ser aliyên têkildar ferz dikin, lê belê em di wê baweriyê de ne ku ev pêşnûma ji aliyê teknîkî û yasayî ve erkan ferz nake."
Miller li gel ferznekirina ceza jî pêşnûmaya KENYyê gring û bi nirx nirxand û wiha got: “Pêşnûmaya KENYyê xwedî giraniyekê ye. Em di wê baweriyê de ne ku divê rêz ji vê yekê re were girtin û were sepandin."
Netanyahu hate derewandin
Berdevkê Wezareta Derve ya DYAyê Matthew Miller her wiha daxuyaniya Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu ya ku "Hemas, piştî pesendkirina pêşnûmaya KENYê, ji danûstandinên peymana rehîneyan vekişiyaye" derewand.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin