DYA dixwaze NY pêsnûmaya agirbesta Xezzeyê pesend bike
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Antony Blinken ragihand ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) pêşnûmeya biryara "agirbesta bilez a di derbarê berdana dîlan de" belav kiriye.
Antony Blinken diyar kir ku DYA pêşnûmaya biryarnameya KENYyê ya ku tê de banga agirbesta lezgîn û serbest berdana dîl û girtiyan ya di navbera Îsraîl û Hemasê de weşandiye.
Li gorî nûçeya AFPê Blinken di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin:
"Di rastî de, biryareke me ku em ê pêşkêşî KENYyê bikin heye ku tê de daxwaza agirbesteke bilez, lê bi şertê azadkirina dîlan dike û em pir hêvîdar in ku welatên din jî piştgiriyê bidin me."
DYAyê beriya niha li KENYyê banga agirbesta awarte ya li Filistînê veto kiribû, lê belê DYAyê niha pêşnûmayeke nû amade kiriye.
Li gorî çavkaniyên dîplomatîk, reşnivîsa nû ya DYAyê, li ser her du aliyan "Ji bo parastina sivîlan pêwîstiya agirbesteke bilez û mayinde ferz dike û dabînkirina gihandina alîkariyên mirovî yên bingehîn û sivikkirina azaran” dixwaze.
Lê belê hê li ser vê pêşnûmaya nû dengdan nehatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin