Biden: Amerîka plan dike ku sala bê pêswaziya 125 hezar penaberan bike
PeyamaKurd – Li gor daxuyaniya nivîskî ya Qesra Spî, Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kir, ji ber asta Roja Penaberan a Cîhanê ji bo ji nû ve avakirina 'Bernameya Qebûlkirina Penaberan a Amerîkayê' xebateke xurt dikin."
Biden got: "Rêveberiya min ji bo ji nû ve avakirina Bernameya Qebûlkirina Penaberan a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) gelek xebitî. Amerîka plan dike ku sala bê pêşwaziya 125 hezar penaberan bike. Ev asteke ku di 30 salên dawîn de nehatibû bidestxistin."
Biden bal kişand ku ew penaberên ji çar aliyê cîhanê ji tundî û zordariyê direvin pêşwazî dikin û diyar kir, ew ê piştgiriyê bidin rêxistinên ku li penaberan xwedî derdikevin.
Biden diyar kir, li cîhanê 110 milyon kes neçar mane ku malên xwe biterikînin û ev rêje ji hemû demên dîrokê zêdetir e.
Biden bal kişand ku êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê bi milyonan kes mecbûr kir ku ji Şerê Cîhanê yê Duyem ve bi rêjeyeke nedîtî koçî welatên din bikin. Wî herwiha bal kişand ku ji ber kaosa li Sûriye, Venezuela, Afganîstan, Somalî û Sûdana Başûr gelek kes koçber bûne.
Biden got, ew bi Banka Cîhanî û Neteweyên Yekbûyî re dixebitin ku bigihîn penaberên li çaraliyê cîhanê û piştgiriyê bidin wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin