Serokê Amerîkayê Trump di plana xwe de israr dike: Ez ê Xezzeyê bikirim

10 February 2025 09:57 0 dîtin
Serokê Amerîkayê Trump di plana xwe de israr dike: Ez ê Xezzeyê bikirim

PeyamaKurd – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump got ku ew bi biryar e di kirîn û xwedîderketina Xezzeyê de, lê dikare beşek ji xakê bide dewletên din ên Rojhilata Navîn da ku di xebatên jinûveavakirinê de bibin alîkar.

Plana Serokê DYAyê Donald Trûmp a ji bo dagirkirina Xezzeyê ku piştî hevdîtina heftiya borî ya li Qesra Spî bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re hat ragihandin, ketiye rojeva raya giştî ya navneteweyî û bûye sedema bertekan. Ligel bertekên ji çar aliyê cîhanê jî Trump paşve gav neavêt û gotina xwe ya ku gotibû ‘Wê bibe xwediyê Xezzeyê’ dubare kir.

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku Amerîka wê bibe xwediyê Xezzeyê û bi rêya welatên din ên dewlemend ên Rojhilata Navîn wê ava bike.

Trump got, "Ez bi biryar im ku Xezzeyê bikirim û bibim xwediyê wê"

Trump di balafira Air Force One de ji rojnamevanan re axivî.

"Wê wekî sîteyeke gayrîmenkûl a mezin bifikirin"

Trump amaje bi wê yekê kir ku îzna vegera Xezzeyan wê xeletiyek mezin be û wiha got: "Wê wekî sîteyeke gayrîmenkûl a mezin bifikirin û Dewletên Yekbûyî wê hêdî hêdî, pir hêdî hêdî bibe xwediyê wê."

Trump dûpat kir ku Xezze cihê wêrankirina tam e.

"Ew ê paşde were girtin. Wê were sererastkirin û tamîrkirin. Ew ê li wir kes tune be. Wê Hamas tune be. Em ê bi rêya welatên din ên pir dewlemend ên Rojhilata Navîn ava bikin. Ew ê ji bo mirovan, ji bo Filistîniyan, cihên baş çêbikin. Îhtîmal e ku ew ê piştî sed salan cara yekem di nav aheng û aştiyê de bijîn."

Trump diyar kir ku ew bi biryar e ku Xezzeyê bikire û bibe xwediyê wê û îdia kir ku ji bo vegerê li Xezzeyê tiştek nemaye û got, "Xezze pir ne ewle ye lê em ê bikin cihekî pir baş ku wê di pêşerojê de ji hêla kesek ve were pêşvexistin. Em ê rê bidin welatên din ku parçeyên wê pêş bixin. Wê xweş be. Mirov ji çar aliyên cîhanê dikarin werin û li wir bijîn.”

Trump herwiha li ser pirseke ku gelo ew ê Filistîniyên ku bi zorê ji cih û warên xwe bûne ji bo Amerîkayê qebûl bikin jî wiha got:

"Divê ez li wê binerim, ez difikirim ku rêyek dirêj e ku ew bigihîjin vir lê divê ez li dozên kesane binihêrim. DYA jixwe gelek mirovan digire, ji wan re pir dûr e."

Trump angaşt kir ku Xezzeyî wê kêfxweş bibin ku li herêmek gelemperî ku ew lê ewle bin bimînin. Ji ber vê yekê em ê bibînin. Em hêvî dikin ku Misir, Urdun û welatên din alîkariyê bikin. Em hêvî dikin ku hinek wek Erebistana Siûdî û hinekên din dikarin hinek pere li ser vê yekê xerc bikin. Pereyên wan ên mezin hene. Ew ê hinek pere xerc bikin da ku mirovan rehet û ewle bikin."