Serokê Amerîkayê Joe Biden 'Trump' hedef girt

06 January 2024 15:07 0 dîtin
Serokê Amerîkayê Joe Biden 'Trump' hedef girt

PeyamaKurd – Serokdewlet Joe Biden ku ji bo hilbijartinên serokatiyê yên 5ê Mijdarê li Amerîkayê bên kirin li Pensîlvanyayê dest bi kampanyaya xwe kir, di axaftina xwe ya yekemîn de Serokê berê Donald Trûmp ji bo demokrasiya Amerîkayê weke "xetereke mezin" bi nav kir.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden di çalakiya ku li herêma Valley Forge ya Pennsylvania di 3yemîn salvegera serdegirtina Kongreyê ya 6ê Çileya 2021an û destpêkirina kampanyaya hilbijartinê de hat lidarxistin de axivî.

Biden bi gotinên tund Trump serokkomarê berê yê ku tê çaverêkirin di hilbijartinên îsal de bibe rikeberê wî wek "tehdîdeke mezin ji bo demokrasiya Amerîkayê" bi nav kir.

Biden di axaftina xwe de roja êrîşa 6ê Çile ya Kongreyê wekî "Me wê rojê hema hema Amerîka bi tevahî wenda kir. Em hemî dizanin ku Trump kî ye, pirsa rast ew e ku em kî ne?"

Biden destnîşan kir ku hilbijartinên serokomariyê yên îsal bên kirin wê ji bo demokrasiyê bibe ceribandinek û got, "Dê di sindoqan de demokrasî hebe, azadiya we jî wê li ser sindoqan be. Bi gotinên xwe bang li hilbijêran kir ku dengê xwe bidin wî.”

Biden amaje bi wê yekê kir ku Trump berpirsê êrişa Kongreyê ye û got, gelê Amerîkayê wê bi dîtina vê perspektîfê biryarê bide ku di hilbijartinên 5ê Mijdarê de kursiyê bide kê.

Biden îdia kir ku Trump piştî sala 2020an gelek doz wenda kirine û di gelek mijarên ku di warê siyasî de diparêze de xeletî kiriye û wiha got: "Trump li dewletên di bin kontrola Komarparêzan de jî doz wenda kir. Li pêşberî Dadgeha Bilind a Amerîkayê jî wenda kir. Ji aliyê qanûnî ve rewş ev e ku ez di hilbijartinan de bi ser ketim, wî wenda kir."