Biden wê li hemberê êrîsên ser baregehên Amerîkayê tedbîran bigre

28 December 2023 02:05 0 dîtin
Biden wê li hemberê êrîsên ser baregehên Amerîkayê tedbîran bigre

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden ji bo Kongra Amerîkî nameyekî nivîsand û got eger êrîşên zêde herin ser baregehên Amerîkayê yên li Iraqê û Sûriyê, Amerîka amade ye ku gavên pêwist ji bo parastina baregehan bavêje.

Biden, ji bo parastina baregehan îşareta operasyonan da. Biden, di nama xwe de îşaretê da bal bi grûbên terefdarên Îranê ku li Iraqê û li Sûriyê êrîş dikin ser baregehên Amerîkayê û got di êrîşan de xebatkarên Amerîkayê birîndar bûne û bi êrîşan hem jiyana xebatkarên Amerîkayê û jiyana hemkarên Amerîkayê yên hevparê koalîsyonê di bin tehdîda ciddî de ye.

Di namê de hat gotin ku bi fermana Biden, artêşa Amerîkayê êrîşê biriye ser grûbên mîlîs yên li Iraqê û Sûriyê û name weha dewam dike:

“Armanca êrîşan ew bû ku êrîşên dihatin ser baregehên Amerîkayê û hevparên Amerîkayê, ji bo ber li wan bigrin û bikin ku êrîşên Îranê an grûbên bi ser Îranê dev ji tevgerên xwe yên ser xebatkarên Amerîkayê û tesîsên Amerîkayê berdin.

Amerîka, li gor qanûnên navdewletî û mafê parastina xwe tevgeriyaye û eger hêzên dijmin hêzên Amerîkayê zêde tehdîd bikin, ew amade ye ku gavên pêşdetir bavêje.”