Ji Kazimî daxuyaniya êrîsên ser baregehên hêzên Amerîkayê…
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, derbarê êrîşên moşekî yên du rojên dawî li ser baregehên hêzên Amerîkayê yên li Iraqê de ku ew êrîş piştî gefên milîsên çekdar ên bi ser Îranê de hatine kirin, daxuyanî da.
Serokwezîrê Iraqê Kazimî di civîna kabîneyê de axivî û got ku hinek êrîşên moşekî li dijî baregehên leşkerî hatine kirin ku sedema wan êrîşan nayê fêmkirin û bandorê li ser ewlehî û seqamgeriya Iarqê dikin.
Kazimî da zanîn ku Amerîka û hevpeymaniyê dawî li erka hêzên xwe yên şerker li Iraqê anîne û tenê hejmarek şêwirmendên leşkerî li Iraqê mane û got: “Niha tenê komeke biçûk a şêwirmendên leşkerî ligel hêzên me yên ewlekariyê kar dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin