Di êrîsên Hêzên Lezgîn yên Destekê (HLD) de li Sûdanê 50 kes mirin

26 October 2024 17:05 0 dîtin
Di êrîsên Hêzên Lezgîn yên Destekê (HLD) de li Sûdanê 50 kes mirin

PeyamaKurd – Şerê di navbera desthilata leşkerî ya Sûdanê û muxalifên wê yê bi navê HLD dewam dike. Hat ragihandin ku li eyaleta Cezîra Sûdanê, di êrîşên HLDê de 50 kes mirine, 200 kes birîndar bûne û 853 malbat ji ser axa xwe koç kirine.

Li Sûdanê 18 mehe ku di navbera her dû hêzan de şer dewam dike. Li eyaleta Cezîra li bajarê Hasahisayê, komîtên bexwedêr daxwuyaniya xwe dan û gotin kul i eyaleta Cezîrayê, diencama êrîşên ser gundan yên HLDê de, 50 kes mirine. Ji ber 200 kes birîndarin û alîkariya tenduristiyê negihaye deverê, nikarin birîndaran derman bikin.

Serokê konseya Desthilata Sûdanê Abdulfettah el-Burhan, di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku dşi her êrîşa HLDê de xwîna kesên bêguneh tê rêtin û berxwedana li hemberê HLDê xwurttir dibe.

Nûnerê taybet yê DYAyê yê li Sûdanê Tom Perriello jî di ser hesabê xwe yê Xê de ragihandiye ku:

“Em êrîşên HLDê yên eyaleta Cezîrayê yên berbat ku dikin ser sîvîlan, dişopînin.”