Di êrîsa Hêzên Pistevaniya Lezgîn de 18 kes hatin kustin

03 November 2024 12:34 0 dîtin
Di êrîsa Hêzên Pistevaniya Lezgîn de 18 kes hatin kustin

PeyamaKurd - Rayedarên hikumeta Sûdanê ragihand ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn li ayaleteke li bakurê Darfor a rojavayê Sûdanê 2 êrîş pêk anîn û di encamê de 18 kes hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Tora Bijîşkên Sûdanê eşkere kiriye, di êrîşên Hêzên Piştevaniya Lezgîn de li herêma Berdîk û gundên nêzîkî wê de 15 kes hatin kuştin û 5 jî birîndar bûne.

Herwiha Nexweşxaneya Siûdî ya li Faşirê (paytexa ayeta bakurê Darforê) bi obîsan hatiye bombebarankirin û di encamê de 3 kes hatine kuştin.

Hêjayî gotinê ye, şerê navbera Hêzên Piştevaniya Lezgîn û artêşa Sûdanê ev salek zêdetir e dewam dike û Sûdan di navbera herdu aliyan de hatiye dabeşkirin. Heta niha ji bilî mirina zêdetirî sed hezar kesan bi milyonan welatî jî koçber bûne.