Di êrîsa hêzên Îranê de 13 Belûcî hatin kustin û birîndar kirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hêzên Îranê gule bi ser xwepêşanderên eyaleta Sîstan a Belucîstanê de reşandin û bûn sedema kuştin û birîndarkirina 13 welatiyan.
Li Belûcistan û bajarên cuda yên Îranê protestoyên ku ji sala borî ve piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî dest pê kirine dewam dikin û êrîşên hêzên Îranê yên ser xwepêşanderan têne şermezarkirin.
Di êrîşa dawî ya polîs Îranê bi ser xwepêşanderên Belûcî de, 3 kes hatin kuştin û zarok jî di nav de herî kêm 10 kes birîndar bûn û hejmarek welatî jî hatin binçavkirin.
Li gorî amarên Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ji destpêka 2023an heta niha hezar û 700 kes ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatine girtin ji wan 902 kes Kurd û 302 jî Beluc in.
Herwiha herî kêm 125 xwepêşanderên Kurd ji wan 13 zarok û 8 jin ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin