Hêzên Îranê li sînorê Afganistanê komkujî pêk anî: Bi dehan koçber hatin kustin

16 October 2024 18:48 0 dîtin
Hêzên Îranê li sînorê Afganistanê komkujî pêk anî: Bi dehan koçber hatin kustin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hêzên rejîma Îranê, li sînorê Afganistanê bi çekan êrîşî koçberên Afgan ên ji zilma Talîbanê xwestine derbasî Îranê bibin, kir.

Li gorî ragihandina saziya sivîl Halveşê, roja Yekşemê, li devera Kilgan a bajarê Serawanê, hêzên sînorî yên Îranê bi awayekî rasterast, gule bi ser zêdetirî 300 kesên xelkê Afganistanê reşandine ku dixwestin derbasî nav axa Îranê bibin.

Li gorî çavkaniyan, bi tenê 70 kes ji wan karîne xwe rizgar bikin û yên din hemû hatine kuştin an jî birîndarkirin.

Heta niha ji aliyê rayedarên Îranê ve ti zanyarîyek li ser vê komkujiyê nehatiye belavkirin.

Dadwerî giştî yê berê yê Afganistanê li ser Xê peyamek belav kir û diyar kir, ew kiryara rêjîma Îranê a kuştina bi zanebûn a xelkê bêtawan ên koçberên Afganistanê wek tawaneke dijî mirovahîyê şermezar dikin û bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên dadweriya navdewletî kir vê komkujiyî siza bikin.

Heta niha amara zelal a kuştî û birîndaran nehatiye zanîn lê Halveş daye zanîn ku bi 10an kes hatine kuştin.

Hinek çavkanî jî dibêjin, 260 kes hatine kuştin û tenê 60 kes ji wê êrîşê rizgar bûne.