Li sînorê Seqizê 5 kolber bi guleyên hêzên Îranê hatin birîndar kirin

05 November 2023 17:45 0 dîtin
Li sînorê Seqizê 5 kolber bi guleyên hêzên Îranê hatin birîndar kirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li sînorê devera Bestam a bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê, 5 kolber bi guleyên rasterast ên hêzên Îranê hatin birîndarkirin.

Li gorî çavkaniyên Kurdpayê nasnameya du kolberên birîndar bûne Siyamek Sohrabî û Keywan Kerîmiyan in.

Hate diyarkirin ku hêzên Îranê beriya guleyan berdin ser wan, ew 5 kolber girtine û piştî kelûpelên wan ji wan standine jî ew birîndar kirine.

5 kolberên birîndar bûne bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.