Li Seqizê hêzên rejîma Îranê rasterast nîsan li kolberekî girt û ew birîndar kir
PeyamaKurd – Kolberê bi navê Omîd Efroze, yê ji Bokana Rojhilatê Kurdistanê, dema ku li sînorê Seqizê karê kolberiyê dikir bi destên çekdarên Îranê ve birîndar bû û birînên xedar in.
Li gorî raporeke ku gihîştiye Saziya Mafê Mirov a Hengawê, roja yekşemê, (05.01.2025) çekdarên rejîma Îranê, kolberê ji bajarê Bokana Rojhilatê Kurdistanê, Omîd Efroze (28) birîndar kiriye.
Hengaw tekez dike ku ev kolber li sînorên devera Bestemê ya Seqizê hatiye gulebarankirin û birînên wî xedar in û ew rakirine nexweşxaneya Şîfayê ya li bajarê Seqizê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin