Pîransar | Hêzên Rejîma Îranê êskence li 2 jinên Kurd kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên rejîma Îranê, bi ser mala girtiyê siyasî yê Kurd, Fêrîzîn Tût de girt û êşkence li dê û dapîra wî kir.
Ajansa Nûçeyan a Kolberan, Kolbernewsê ragihand ku çekdarên rejîma Îranê, duh, (17.02.2025) li bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê, bi ser mala girtiyê siyasî yê Kurd Fêrîzîn Tût de girtiye û piştî saxtîkirina malê, êşkence li dayika wî Saedet Bayezidî (45) û dapîra wî Este Çoger (80) kiriye.
Kolbernews tekez dike ku ji ber lêdan û êşkenceya fîzîkî ya çekdarên rejîma Îranê, 6 diranên dayika girtiyê siyasî yê Kurd Fêrîzîn Tût, Saedet Bayezidiyê hatine şikandin.
Nehat diyarkirin bê ka çekdarên rejîma Îranê bi çi tohmetê ev êşkence li van her du jinên Kurd kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin