Hêzên Îranê li ser sînorê navbera Rojhilat û Basûrê Kurdistanê kolberek birîndar kirin
PeyamaKurd – Hêzên Îranê li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, gule bera kolberekî Kurd ê xelkê parêzgeha Kirmaşanê dan û ew birîndar kirin.
Li gor zanyariyan, navê wî kolberî Osman Bedrî ye û roja Yekşemê 13ê Sibata 2022an li sînorê qezaya Newsûd a parêzgeha Kirmaşanê ji aliyê hêzên Îranê ve ji serê xwe ve hatiye birîndarkirin.
Herwiha rêxistina Hengaw a Mafên Mirova li gor çavkaniyeke agahdar daye zanîn: “Hêzên çekdar ên Îranê, bêyî tu agahdariyekê teqe li wî kolberî kirine û serê wî bi dijwarî birîndar bûye.”
Osman Bedrî xelkê gundê Wanîser ê qezaya Selasî Bawecanî ye li parêzgeha Kirmaşanê û piştî birîndarbûnê ew rakirine nexweşxaneya bajarê Paweyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin