Rojhilat | Li Sine di navbera xelkê û hêzên rejîma Îranê de pevçûn derket

08 December 2022 20:22 0 dîtin
Rojhilat | Li Sine di navbera xelkê û hêzên rejîma Îranê de pevçûn derket

PeyamaKurd – Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, di roja sêyem a gireva giştî de, di navbera xelkê û hêzên rejîma Îranê de pevçûn derket.

Hat ragihandin ku hêzên rejîmê dikanên xelkê yên ji ber greva giştî hatibûn daxistin hatine mohrkirin ku xelkê Sineyê jî bertek nîşanî vê biryarê daye.

Hat zanîn ku li kolanên “Firdûsî, Sîrûs û bazara Tanakora” yên bajarê Sine di navbera xelkê û hêzên rejîmê şer û pevçûn derketiye û hêzên Îranê bi gaza rohndikrêj û guleyên saçmeyî êrîşî ser xelkê kirin.

Li gorî çavkaniyên Rojhilatê Kurdistanê, li bajarokê Rewanser ê girêdayî bajarê Kirmaşanê jî, dikanên welatiyan hatine mohrkirin û welatî ji bo vekirina dikanên xwe li hember îdareya Fermandariyê kom bûne.