Li Sûdanê di êrîsa Hêzên Desteka Lezgîn (HDL) de 65 kes mirin
PeyamaKurd – Li welatê Sûdanê li Hartûmê li devera Umdurmanê, Hêzên Desteka Lezgîn (HDL) bi topan li devera di bin kontrola hêzên hukumetê xistin û di avêtina topan de 65 kes mirin. Di topbaranê de bi sedan kes birîndar bûn û nexweşxane ji birîndaran tije bûn.
Li Sûdanê Hêzên Desteka Lezgîn (HDL) û hukumeta heyî 20 mehe ku şer dikin. Hukumeta Hartûmê di daxwuyaniya xwe de got ku li devera Umdurmanê li taxa Kereriyê di êrîşa topan de 65 kes mirine.
Parêzgerê Hartûmê Ahmed Osman Hamza û rayedarên eyaletê, li deverê lêkolînan kirine û ragihandine ku li deverê bi sedan kes birîndar bûne û nexweşxane tije birîndarin. Di êrîşê de rawestgeha minibusê ketiye ber êrîşê û 22 kesên di minibusê de jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin