HDLê li Sûdanê bi dronê êrîsê bir ser besa lezgîn ya nexwesxanê: 70 kes mirin
PeyamaKurd – Li welatê Sûdanê li Darfûr a Bakûr li bajarê Faşirê, di beşa lezgîn ya nexweşxanê de, di êrîşa dronî de 70 kes mirin.
Hat ragihandin ku Hêzên Desteka Lezgîn (HDL) bi dronê êrîş kirine û nexweşên beşa lezgîn yên nexweşxanê bûye hedefa wan.
Li gor ajansa Sûdanê (SUNA) serokê herêma Darfurê Mini Arko Minawi, di ser hesabê xwe yê Facebookê de belav kiriye ku HDL li navenda Darfûr a Bakûr li bajarê Faşirê, li nexweşxana Suudiyê li beşa lezgîn xistiye. Minawi gotiye:
“Di êrîşê de temamê kesên di beşa lezgîn de, di nava wan de jin, zarok û herkesên ku hebûne, ji 70an zêdetir kes mirin.”
Li aliyê dinê, komîteyên berxwedanê yên Faşirê daxwuyanî dan û tê de gotin ku di êrîşa HDLê ya li bajarê Faşirê ya ser nexweşxana Suudiyê, birîndar û kesên li wan dinêrin bi tevahî 67 kes mirine.
Daxwuyaniya komîteyên berxwedêr yên Faşirê nîşan dide ku di beşa nexweşxanê ya lezgîn de birîndar hebûne û dibe ku birîndar leşkerên artêşa Sûdanê yên li hemberê HDLê bin. Nehat ragihandin bê birîndar kîne!
Ji 15ê Nîsana 2023an heya niha, bi sedema ku artêşa Sûdanê û hêzên ku ji artêşê veqetiyan yên bi navê Hêzên Desteka Lezgîn (HDL), li ser nûhkirinên leşkerî û entegrasyonê li hev nekirin, di navbera wan de şer dewam dike.
Ji ber şerê navbera her dû hêzan, heya niha 9 milyon kes ji ser warên xwe koç kirine û 25 milyon kes muhtacê alîkariya mirovîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin