Li Sûdanê di navbera artêsê û HDLê de ser derket: 46 kustî, 42 birîndar

22 October 2024 23:56 0 dîtin
Li Sûdanê di navbera artêsê û HDLê de ser derket: 46 kustî, 42 birîndar

PeyamaKurd – Li Sûdanê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Destekê yên Lezgîn (HDL) de şer derket û di 2 rojan de 46 kes mirin û 42 kes jî birîndar bûn.

Li Sûdanê 18 mehe ku di navbera HDLê û artêşa Sûdanê de şer dewam dike û heya niha di navbera her dû hêzan de lihevkirin nebûye.

Wezareta tenduristiyê ya eyaleta Hartûmê ragihand ku li bajarê Umdurmanê, di encama avêtina topan de keçekî miriye û 17 sîvîl birîndar bûne. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku ji bûyerê HDL berpirse.

Li başûrê Hartûmê komîteyên ku ji berwxedêran ava bûbûn, li taxa Mayoyê di êrîşa hewayî ya artêşa Sûdanê de 20 kes ji wan mirin û 27 kes birîndar bûn.

Li eyaleta orta Sûdanê ya bi navê Cezira, li bajarê Rifaayê, di encama êrîşa HDLê de 25 kes mirin.

Li Sûdanê piştî xelk serî hilda û Omer el Beşirê ku 30 sal desthilatê Sûdanê bû, ji ser text xistin, artêşê dest danî ser desthilatê û li hemberê artêşê HDL, ji ber leşker derbasî demokrasiyê nebûn, dest bi şer kir. 17 mehe ku şerê navxwe dewam dike.

Di şerê navbera her dû terefan de, heya niha 20 hezar zêdetir kes mirine, 10 milyon kes ji ser cîh û warên xwe koş kirine, biçîbûn di asta herî xerab de ye û 25 milyon kes pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heye.