Li Yemenê di navbera Hûsiyan û hêzên artêsê de ser derket
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Taizê yê başûrê rojavayê Yemenê di navbera hêzên artêşa hikûmetê û Hûsiyan de pevçûnên dijwar rû didin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê (AA), çavkaniyên leşkerî radigihînin li rojhilatê bajarê Taîzê di pevçûnên dijwar ên navbera yekîneyên artêşê û Hûsiyan de çekên giran tên bikaranîn.
Di wê daxuyaniyê de ku ji teref Yekîneya Leşkerî ya Taizê ya artêşa Yemenê ve hatiye dayîn, hat diyarkirin ku di êrîşa li dijî çeperên hêzên artêşê yên li eniya parastina hewayî ya li bakurê rojavayê navenda bajêr, 8 kesên endamên Hûsiyan mirine.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di nava refên Hûsiyan de 15 kes birîndar bûne, lê der barê kuştiyên di yekîneyên artêşê de agahî nehatine bidestxistin.
Artêşa Yemenê duh ragihandibû ku êrîşa Hûsiyan a li heman eniyê hatiye şikandin.
Li gorî pisporan, bajarê Taizê xwedî girîngiyeke stratejîk e ji ber ku li ser rêya sereke ye ku Adenê û parêzgehên başûr bi hev ve girêdide.
Li Yemenê, Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike ji îlona 2014an û vir ve paytext Sana û hin herêmên xistine bin kontrola xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin