Di navbera hêzên hukumeta Yemenê û hêzên Konseyê de ser derket: 6 kustî

10 November 2020 01:24 0 dîtin
Di navbera hêzên hukumeta Yemenê û hêzên Konseyê de ser derket: 6 kustî

PeyamaKurd – Li başûrê Yemenê li bajarê Ebyenê di navbera hêzên hukumetê û hêzên Konseya Demkî ya Başûr de pevçûn derket û di encamê de 6 mîlîs hatin kuştin û 4 mîlîs birîndar bûn. Konsey ji aliyê Emaratan ve tê destekkirin.

Bo yekîtiya Yemena Başûr û Bakûr, bo wezaret weka hev lihev bên parvekirin, şêwra navbera wan dewam dike lê her dû alî li bajarê Ebyenê şerekî dijwar kirin.

Ji birîndaran halê 2 kesan xweş nîne û dê wan sewqbikin bo nexweşxaneyên bajarê Adenê.

Pevçûna her dû aliyan li navenda Ebyenê li bajarê Zencîbarê, hêzên hukumetê êrîş birine ser cepha Et-Tariyye ya Konseya Demkî. Lewra pevçûn derketiye. Li gor ragihandina Konseyê; êrîşan tekbirine û ji hêzên hukumetê gelek zayiat çêbûne.

Demekî dirêje li payîtexta Erebistana Si’ûdiyê li Riyadê bo avakirina hukumeta nû ya Yemenê hevdîtin dewam dikin.