Li Sûdanê serê navbera artêsê û HLD ê dewam dike
PeyamaKurd – Li welatê Sûdanê şerê di navbera konseya Sûdanê an ku artêşê û Hêzên Lezgîn yên Destekê li payîtext Hartûmê dewam dike. Di serî de Amerîka ji bo şer raweste her dû terefan bi dorpêçan tehdîd kir. Gelek welat û dezge jî her dû terefan tehdîd kir lê şer ranewestiya.
Li gor ragihandina çapemeniya cîh; li başûrê Hartûmê li herêma Cebrayê li dora baregeha ‘Yekîneyên Zirxî’ di navbera her dû terefan de di roja 53em de şer dewam dike. HLD bi balafirsawaran bersiva balafirên şer yên artêşê dide. Li Hartûmê dengê topan û teqînan tê û lig elek ciyan duman dertê.
Artêşa Sûdanê HLDê tehdîd dibîne û dixwaze bi artêşê re entegre bibe lê HLD dixwaze hukumeta sîvîl bê avakirin û wê di 10 salan de entegreyê artêşê bibe.
Rêxistina tenduristiyê ya dinyayê WHO ragihandibû heya niha di şerê navbera her dû terefan de 850 kes mirine û 5.500 kes birîndar bûne. Agirbesa navbera her dû terefan heya 4 ê Hezîranê wê dewam bikira lê ji 1 ê Hezîranê de car din şer destpêkir û heya niha dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin