Li Sûdanê di navbera artês û Hêzên Pistgiriya Lezgîn de pevçûn derketin
PeyamaKurd – Li paytexta Sûdanê Xartûm û bajarên cuda di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HDK) de pevçûnên çekdarî derketin.
Şerê gotinê yê di navbera artêş û HDKê de di van çend mehên dawî de veguherî pevçûneke germ di navbera her du hêzan de.
Li Erkewîta paytext Xertûmê, Bajarê Sporê, Serfermandarê Giştî û herêmên ku Serokê Meclîsa Serwerî û Fermandarê Artêşê Orgeneral Abdulfettah el-Burhan lê dimîne dengê çekan tê.
Li gorî saeta herêmî saet 09:30an de li gelek deverên paytextê bi çekên giran gulebaran kirin û dûmanek zêde derket. Li derdora Balafirgeha Navneteweyî ya Xartûmê jî çalakiyeke tund heye û dengên pevçûnan tên bihîstin.
Zêdebûna aloziyan li Sûdanê piştî rêze nakokiyên di navbera artêş û rêxistinê de li ser "reforma ewlehiya leşkerî" hat.
Çarçoveya ku di 5ê Kanûna 2022an de ji bo çareseriya reforma ewlekarî, krîza rêveberiyê û şerê leşkerî-sivîl ku ji sala 2021an û vir ve dewam dike hate îmzekirin, di nav de avakirina artêşeke yekane û neteweyî bi tevlêbûna HDKê ya nava artêşê û leşker jî dev ji çalakiyên bazirganî û siyasî berdidin û vedikişin baregehan, ev yek ji xalên herî girîng ên rêkeftinê ye.
Serfermandarê Artêşa Sûdanê General Abdulfettah el-Burhan li ser guhertina pêkhateya niha ya HDKê û tevlîbûna artêşê israr kir, Fermandarê HDKê Orgeneral Muhammed Hamdan Dagalu jî diyar kir ku ew li dijî entegrasyonê ne, lê ew dixwazin di bin rêveberiyeke bi temamî sivîl de pêk were. .
HDK wek avahiyeke milîs hat avakirin ji bo şerê li dijî serhildayan, parastina sînoran û parastina aramiyê li Darfur di serdema rejîma kevin de. HDKa ku di sala 2013'an de girêdayî Rêxistina Ewlekarî û Îstîxbaratê bû, bi deh hezaran endamên wê hene.
Artêşa Sûdanê ragihandibû ku liv û tevgera endamên HDKê yên weke "artêşa paralel" li paytext û hin bajaran tevdigerin û bicihkirina wan li hin cihan metirsiya ewlehiyê û metirsiyê zêde dike û Artêşa Sûdanê ku weke "artêşa paralel" tevdigere, ji ber liv û tevgera endamên HDKê yên li paytext û hin bajaran û bicihkirina wan li hin mewziyan, metirsiya ewlehiyê û metirsiyê zêde kir û daxuyand ku bêyî destûra artêşê ev karekî neqanûnî ye.
Li aliyê din HDKê ev îdia red kir û îdia kir, ew di nava artêşê de li gorî qanûnê erkên xwe yên rûtîn pêk tînin û bi artêşê re di nava koordînasyon û hevahengî de dixebitin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin