Operasyona hevbes di navbera hêzên Pêsmerge û artêsa Iraqê de hat kirin
PeyamaKurd – Hêzên Pêşmerge ligel artêşa Iraqê li dijî endamên DAIŞê operasyonek hevbeş pêk anîn.
Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de wiha hat gotin: "Tugaya 14 a Hêzên Pêşmerge bi hemahengiya Firqeya 14 a Artêşa Iraqê operasyoneke leşkerî li dar xist."
Hat destnîşankirin ku di operasyona ku ji bo veşartgeh û baregehên terorîstên DAIŞê yên li herêmê digerin, li 2 gundên Kuşafê û peravê Zapa Mezin lêgerîn hat kirin.
Di çarçoveya operasyona hevbeş a hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de, hêzên asmanî yên Iraqê bi piştevaniya balafirên şer ên F-16 sitargeh û baregehên DAIŞê jinavbirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin