Ji hêzên Pêsmergeyên Kurdistanê û artêsa Iraqê operasyona hevbes…

21 August 2023 18:19 0 dîtin
Ji hêzên Pêsmergeyên Kurdistanê û artêsa Iraqê operasyona hevbes…

PeyamaKurd – Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê li dijî terorîstên DAIŞê operasyoneke hevbeş pêk anî.

Hate ragihandin ku Yekeyên Lîwaya 22 ya Piyade ya Wezareta Pêşmerge û hêzên Lîwaya 31 a Firqeya Heşt a Artêşa Iraqê, operasyoneke hevbeş li navçeya Qerehesen-Leylan pêk anîn.

Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir: “Bi mebesta dabînkirina asayîş û aramiya zêdetir li navçeyê, sibeha roja 20ê Tebaxa 2023an, Lîwaya 22 ya Piyade ya Wezareta Pêşmerge, bi hevbeşiya ligel artêşa Iraqê, li navçeya Qerehesen-Leylan, operasyonek encam dan.”

Di daxuyaniya îro 21ê Tebaxê ya Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye diyarkirin, operasyon ji du hêlan ve bûye, hêla yekem bi beşdariya hemû yekeyên Lîwaya 22 ya Piyade ya Wezareta Pêşmerge bûye û gundên Cewelbor, Çemê Zengene, Qişlaxî Kon, Xidirbeg û cografyaya sînorê wan hate kontrol kirin. Hêla duyem, hêzên Lîwaya 31 a Firqeya Heşt a Artêşa Iraqê ji Bendava Şîrîne ve bi arasteya bilindahiyên Cewelbor, ber bi rêya sereke ya Kerkûk-Silêmanî, li navçeyê operasyon kirin.

Operasyon 7 demjimêran dewam kiriye û tê de navçeya diyarkirî hatiye kontrolkirin ku dihat gumankirin, dê terorîstên DAIŞê wek rêya revê, wê navçeyê bi kar bînin.