Cara yekem jinek bû Sererkana Artêsa Kanadayê: Fermandara hêzên li Sûriyê û Iraqê bû
PeyamaKurd - Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau, Korgeneral Jennie Carignan ji bo posta sererkaniya artêşê tayîn kir û di dîroka Kanadayê de cara yekem jinek bû sererkana artêşê.
Serokwezîr Justin Trudeau, îro 3yê Tîrmehê Korgeneral Jennie Carignan weke sererkana artêşê erkdar kir û got, "Ew heta niha di tevaya karîyera xwe de, xwedî lîdertiyeke têr û pabendbûneke bêhempa ya fedekarî û xizmeta hêzên me yên çekdar bûye.”
Hêjayî gotinê ye, wê Carignan a ku di nav artêşê de peywira wê di artêşê de jiholêrakirina zayendîtî û binpêkirinên zayendî ye, wê 18ê Tîrmehê erka sererkaniyê ji sererkanê niha Wayne Eyre werbigre.. Carignan, di 35 salên xwe yên nav artêşê de, fermandariya hêzên Kanada yên li Afganistan, Bosna-Herke, Iraq û Sûriyê kiriye.
Trudeau, sala 2018an jî wek cara yekem jinek wek berpirsa Polîsê Siwarî yê Qraliyeta Kanadayê erkdar kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin