Li NATOyê cara yekem jinek bû sererkana artêsê
PeyamaKurd - Hikûmeta Slovenyayê ragihand, jina bi navê Alenka Ermenc ku di misyonên leşkerî yên NATOyê de kar kiriye, wekî sererkana artêşê hatiye hilbijartin.
Wezîrê Berevaniyê yê Slovenyayê Karl Erjavec biryara sererkaniya Ermenc eşkere kir.
Dê Alenka Ermenc 28ê Mijdarê erka sererkaniyê ji Alan Geder bi merasîmekê werbigire.
Ermenc 55 salî ye û perwerdeya xwe Ljubljana û Londonê temam kiriye.
Di artêşa welatê Slovenya bi tevahî 7 hezar û 500 leşker hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin