Cara yekem jinek bû seroka saredariya Silêmaniyê
PeyamaKurd - Wezareta Şaredarî û Geştûguzarê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku cîgira parêzgerê Silêmaniyê Leyla Omer wek şaredara nû ya Silêmaniyê hatiye destnîşankirin. Cara yekem e jinek li Silêmaniyê dibe seroka şaredariyê.
Wezîrê Şaredarî û Geştûguzarê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî biryara şaredariya Leyla Omer îmze kiriye û wek seroka nû ya şaredariya Silêmaniyê hatiye diyarkirin.
Herwiha di nivîsa wezaretê de hatiye gotin, biryar hatiye dayîn ku serokê berê yê şaredariya Silêmaniyê Tuwana Kemal jî bo erka encûmena wezîran – ofîsa cîgirê serokê hikûmetê Qubad Talabanî bê veguhestin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin