Di dîroka PDK ê de cara yekeme jinekî dibe endama polîtburoyê

13 November 2022 00:32 0 dîtin
Di dîroka PDK ê de cara yekeme jinekî dibe endama polîtburoyê

PeyamaKurd – Komîta Navendî ya PDK îro ji nav xwe endamên polîtburoya partiyê hilbijartin û di dîroka PDK ê de cara yekeme ku jinekî dibe endama polîtburoya PDKê. Endama polîtburoya PDK ê Amîne Zikrî di ser hesabê xwe yê facebookê de parvekirineka weha kir:

“Ez serbilind bûm ku ez di dîroka PDK ê de bûm endama jin ya yekem ya polîtburoya PDK ê. Ez dizanim ku ketim bin berpirsiyariyan û bin barekî giran. Lê ez ê di temamê pirsgirêkan de biserbikevim. Bi taybetî di rêya rêbaza serok Barzanî de. Ez sozê didim ku ez ê rêya edaleta wî ji xwe re bikim rêbaz.

Di her sehayê de guherîn dibin û ya herî girîng em weka jin, di mijarên siyasî, aborî, civakî û di temamê pêşdeçûnan de em ê xebatên herî serkeftî bikin.”