Di dîroka Amerîka de cara yekem Meclîsa Nûneran bê serok ma!
PeyamaKurd – Nakokiyên nava Partiya Komarî ya Amerîkayê, hişt ku Encûmena Nûneran a di destê Komariyan de, bê serok bimîne.
Hate ragihandin ku 8 senatorên rastgirên tundrew ên alîgirên Donald Trump, dengdanek ji bo xistina Serokê Encûmena Nûneran Kevin McCarthy pêk anîn.
Di dengdanê de, endamên partiya Demokrat jî piştgirî dan û erka serokê Encûmena Nûneran hat bidawîkirin.
Hêjayî gotinê ye, di dîroka Amerîkayê de cara yekem tiştekî wiha pêk tê Encûmena Nûneran bê serok dimîne. McCarthy jî ragihandiye ew dê ji nû ve nebe namzedê Meclîsa Nûneran.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin