Cara yekem Kurdek ji Akademîya Hêzên Asmanî ya Amerîkayê mezûn bû
PeyamaKurd – Efserê Pêşmerge Ehmed Rojbeyanî bû yekem kesê ku di asta Kurdistan û Iraqê de, ji Akademîya Hêzên Asmanî ya Amerîkayê mezûn bûye.
Rojbeyanî di koleja hêzên asmanî ya li eyaleta Alabama (Maxwell AFB, Ala.) perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî bidawî anî.
Hate zanîn ku Rojbeyanî bi pileyeke bilind ji kolejê mezûn bûye û piştî vê perwerdeya xwe wê li Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê xebatên xwe bidomîne.


Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin