Rojava | Hêzên Rûsî li wê herêma Amerîkîyan cara yekem dewriye kirin

31 July 2022 17:32 0 dîtin
Rojava | Hêzên Rûsî li wê herêma Amerîkîyan cara yekem dewriye kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên Rûsyayê li nav erda Rojavayê Kurdistanê cihê ku di bin serweriya hêzên Amerîkayê de ye, dewriyeyeke leşkerî pêkanîn.

Hat zanîn ku doh Şemiyê hêzên Rûsî gereke leşkerî li nav bajarokê Til Koçer û li nêzîkî her du deriyên sînorî Sêmalka û Welîd ên hevsînorê Herêma Kurdistanê pêkanîn û piştre jî vegeriyan Dêrik û Rimêlanê.

Hat diyarkirin ku bi vê dewriyeyê cara yekem e ku hêzên Rûsî li vê herêma serweriya hêzên Amerîkî ya li Rojavayê Kurdistanê gereke leşkerî dikin.

Herwiha 26ê Tîrmehê jî li navçeya Dirbêsiya Rojavayê Kurdistanê hêzên Rûsî gereke leşkerî pêk anîbûn.