Balafireke nenas li Rojava êrîsî hêzên rûsî kir: 3 birîndar…
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro balafireke bê mirov a bi çek xaleke hêzên Rûsyayê li ser rêya Hesekê- Dirbêsiyê bombebaran kir û di encamê de 2 kes ji hêzên Rûsyayê û leşkerekî rejîma Sûriyê birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan, balafireke bê mirov a bi çek cara duyem navçeya Dirêbsiyê bombebaran kir û xala koordîneyê ya hêzên Rûsyayê a 1 km dikeve başûrê navçeyê li ser rêya Hesekê kir armanc.
Li gorî agahiyan du kes ji hêzên Rûsyayê û leşkerekî rejîma Sûriyê birîndar bûn.
Hêjayê gotinê ye, vê sibehê jî balafirekê heman navçe bombebaran kiribû û ziyana madî çêbûbû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin