SOHR: Hêzên Esed li rojavayê Helebê bi mosekan êrîsî hêzên Tirkiyê kir

27 March 2022 16:36 0 dîtin
SOHR: Hêzên Esed li rojavayê Helebê bi mosekan êrîsî hêzên Tirkiyê kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên rejîma Esed ên Foca 46 li rojavayê Helebê, bi moşekan li panzêreke artêşa Tirkiyê xist û leşkerên tê de birîndar bûn.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku hêzên Şamê yên li Foca 46an a rojavayê Helebê, bi moşekan panzêreke artêşa Tirk dema li derdora bajarokê Kefernoran a rojavayê Helebê bû xistiye.

Hat diyarkirin ku di encama êrîşa moşekî de panzêr şewitîye û leşkerên tê de jî birîndar bûne.

Ev bûyer piştî êrîşa 23ê Adarê ya hêzên artêşa Tirkiyê bi ser xaleke hêzên rejîma Sûriyê li derdora gundê Bênê yê navçeya Şêrawa pêk hat ku di wê êrîşê de 2 leşkerên Sûrî birîndar bûbûn.