SOHR: Li Helebê serê çekdaran û hêzên rejîmê dijwar bûye
PeyamaKurd – Li derdora parêzgeha Helebê ya Sûriyê di çend rojên dawî de, şerê navbera komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve û hêzên rejîma Sûriyê dijwar bûye.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SHOR) ragihandiye ku li herêma bêçek a rojavayê Helebê şerê navbera hêzên rêjîma Sûriyê û çekdaran bi dijwarî berdewam dike û her du alî jî bi çekên giran li hev didin.
SOHRê da xuyakirin, hêzên artêşa Sûriyê û komên alîgirên wê û çekdarên bi ser Tirkiyê ve li eniya Mêznaz û Kefer Nûranê yên rojavayê Helebê bi çekên giran şer dikin.
Hêzên Şamê gundên Tiqad û Kefer Tealê yên rojavayê Helebê û derdora bajarê Erîha yê Idlibê topbaran dikin.
SOHRê derbarê kuştî û birîndarên herdu aliyan de ti agahî belav nekirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin