SOHR: Di serê HTS û hêzên Sûrî de 24 kes hatin kustin

28 August 2024 18:52 0 dîtin
SOHR: Di serê HTS û hêzên Sûrî de 24 kes hatin kustin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li Sûriyê di şerê navbera Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) û hêzên Şamê de, bi dehan kes hatin kuştin û birîndar kirin.

Li gorî ragihandina Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) li herêmên navbera Heleb û Idlib, Hema û Idlib û Laziqiyê-Idlibê de şer didome.

SOHRê daye xuyakirin, di çend rojên dawî de 26 caran êrîş û şer li wan herêman pêk hatine û 24 kes hatine kuştin.

Hate diyarkirin ku ji ber şer 15 kes jî birîndar bûne ku ji wan 11 sivîl in û 3 zarok in.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Rûsya û Tirkiyê beriya nêzî mehekê civînek li Idlibê li dar xistiye û tê de Tirkiyê ji Rûsya daxwaz kiriye komên Îranê êrîşên xwe yên bi dronan li derdora baregehên artêşa Tirkiyê rawestînin. Tê texmînkirin ku 49 baregehên Tirkiyê û 10 hezar leşkerên wê li herêmê hene.