SOHR: Di 40 rojan de 333 çekdar di serê HSDê de hatine kustin

21 January 2025 19:36 0 dîtin
SOHR: Di 40 rojan de 333 çekdar di serê HSDê de hatine kustin

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) amarên 40 rojên şer û êrîşên komên çekdarên girêdayî Tirkiyê bi ser herêmên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de belav kir.

Bi giştî 452 kes mirine

SOHRê ragihand, di nava 40 rojên şer û pevçûnên Minbic, derdora bendava Tişrînê, pira Qereqozaq û navçeyên başûrê Kobanê û Sirînê de, 452 kes hatine kuştin.

Herwiha SOHRê daye zanîn, di 40 rojan de bi giştî 333 çekdarên girêdayî Tirkiyê hatine kuştin û 75 jî endamên HSDê can dane.

44 sivîlan can daye

SOHRê destnîşan kir ku şerê 40 rojên borî ne tenê zirar gihandiye hêzên leşkerî, di heman demê de welatiyên sivîl jî bûne qurbanî ku di wê demê de şeş jê jin û du zarok, 44 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.