SOHR: Di navbera HSDê û grûbên çekdar de agirbes tine
PeyamaKurd – Rêvbirê Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) Rami Abdurrahman di 13.12.2024an de ragihand ku di navbera Hêzên Sûriya Dermoratîk (HSD) û grûbên çekdar de ti agirbes tine lê ji bo zêdetir xwîn nerije, dibe ku agirbesekî bibe. Abdurrahgman got ku di seetên pêşiya me de, dibe ku bigihên peymanekî û weha dewam kir:
“Hinek serokên grûban xwestin ku di navbera Kurd û Ereban de kaos (şer) derxin lê van hewlên wan piraniya wan hatin astengkirin. Armanca peymanê ew e ku li Sûriyê xwîn nê rêtin, aboriya Sûriyê li gor dewra rejîmê baştire û Sûriyeyî hewl didin ku hukumetekî rewa ava bikin.”
Abdurrahman li ser mijara hêzên Rûsyayê jî axifî û got ku li dora 250 kamyonên Rûsan û alavên leşkerî îro ji Humus û Hamayê çûn balafirgeha Lazkiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin