SOHR: HSDê 50 çekdarên DAISê radestî Bexdayê kir

06 November 2022 12:40 0 dîtin
SOHR: HSDê 50 çekdarên DAISê radestî Bexdayê kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 50 çekdarên DAIŞê yên Iraqî yên ku di zîndanan de girtî bûn, radestî Iraqê kirin.

Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), HSDê duh 5ê Mijdarê 50 endamên DAIŞê yên Iraqî ku di zindaneke wê de girtî bûn, radestî Rêveberiya Îstixbarat û Dijeterora Iraqê kirin.

Hat diyarkirin ku proseya radestkirinê bi rêya deriyê sînorî yê El-Welîd a li parêzgeha Neynewayê re hatiye kirin.

Bi sedan girtiyên DAIŞê yên Iraqî di girtîgehên HSDê de ne û demên borî jî Iraqê bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî bi dehan girtiyên DAIŞê di çarçoveya bernameyeke ewlekarîyê de wergirtibûn.

Berpirsekî ewlehiya Iraqê daye xuyakirin, “Vegerandina van terorîstan dê bibe alîkar ji bo nehîştina metirsiya wan li ser welat, ji ber ku dê rê li ber revîna wan ji zindanên HSD û derbasbûna wan bo nav Iraqê, bigire.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, DAIŞê 20ê Çileya 2021ê  êrîşî ser zindana Giwêran a li Hesekê kiribû û tê gotin, hejmarek çekdar reviyane û derbasî nava Iraqê bûne.