SOHR | 600 terorîstên DAISê xwe radestî HSDê kirin

22 January 2019 12:50 0 dîtin
SOHR | 600 terorîstên DAISê xwe radestî HSDê kirin

PeyamaKurd – Li gor zanyariyan li herêma sînorê Sûriye – Iraqê ya Dêrazorê terorîstên DAIŞê êdî xwe radestî Hêzên Sûriya (HSD) dikin.

Rawengeha Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku têkoşîna Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê digel HSDê li herêma Dêrazorê berdewam e û rêxistina terorîst windahiyên mezin dide.

Di daxuyaniya SOHRê de hat diyarkirin ku bi qasî 600 terorîstên DAIŞê xwe radestî HSDê kirine ku ji 40 welatên cuda yên cîhanê ne.

Li gor SOHRê ji bilî terorîstên teslîm bûne, 1000 terorîstên din ên DAIŞê di destê HSDê de girtî ne.